
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Şamê li dijî êrîşên ji aliyê rejîma Sûriyê û Tirkiyê yên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê li ser sînoran pêk tên, daxuyanî da û nerazîbûna xwe nîşan da.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê de, li ser medya civakî bi Kurdî jî parvekirin hat kirin.
Balyozxaneya Amerîkayê nîgeraniya xwe ya bo êrîşan anî ziman û wiha got: “Em ji ber êrîşê dawiyê ji aliyê Sûriya û Tirkiyeyê ve li ser sînor û raporên ku tên behsa gulebarandina herêmên sivîlan bi awayekî tewş dikin, nîgeran in.”
Balyozxaneyê herwiha bang li hemû aliyan kir ku şer rawestînin û piştgiriyê bidin aramiya herêmê.
Em ji ber êrîşê dawiyê ji aliyê Sûriya û Tirkiyeyê ve li ser sînor û raporên ku tên behsa gulebarandina herêmên sivîlan bi awayekî tewş dikin, nîgeran in. Em bang li hemû aliyan dikin ku şer rawestînin û piştgiriyê bidin aramiya herêmî.
— U.S. Embassy Syria (@USEmbassySyria) May 15, 2022