image

PeyamaKurd – Balyozê Fransa yê Hewlêrê Olivier Decottignies, çû serdana şîna Pêşmergeyên di êrîşa DAIŞê ya li gundê Xidircicê yê Mexmûrê şehîd bûne.

Decottignies li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew çûye serdana 3 malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne û got, “Min serdana şîna her du Pêşmergeyên birayên hev Dilşad Qadir, Dîdar Qadir û biraziyê wan Welî Ewla ku li Xidircicê ya Mexmûrê şehîd bûbûn kir û hevxemiya Fransayê bo wan ragihand.”

Di wê êrîşa DAIŞê ya 2yê Kanûna 2021ê de, 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûbûn û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.