image

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke esmanî li dijî binke û baregehên PKKê yên navçeyên Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê yên Herêma Kurdistanê kirin.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, artêşa wan binke û baregehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Wezaretê da zanîn, di êrişê de “40 armancên PKKê” ku “sitargeh û depoyên çek û teqemeniyan bûne”, hatine jinavbirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê destnîşan kir, di rêya vê operasyonê re artêşa Tirkiyê derbeke mezin li PKKê daye û destnîşan kiriye: “Hêzên çekdarên Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya welat û gelê xwe heta jinavbirina terorîstî herî dawî dê operasyonên xwe bidomîne.”

Heta niha jî PKKê derbarê êrişan de hîn ti daxuyanî belav nekiriye.