image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka amadekariyê dike, destûrê bide kompanyayên biyanî ku li Rojavayê Kurdistanê yên derveyî kontrola Hikûmeta Sûriyê veberhênanê bikin û ji cezayên Amerîkayê jî mûaf bên girtin.

Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Nuland, di civîna Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê de ku li Marakeş a Fasê birêve çû got, wê Washington destûrnameyeke giştî bide kompanyayên ku veberhênanan li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Nuland diyar kir: "Amerîka bi niyaz e ku di çend rojên pêş de destûrnameyeke giştî bide ji bo hêsankirina çalakiyên veberhênanên aborî yên taybet li deverên ne di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê yên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin."

Herwiha li gorî ragihandina çavkaniyên dîplomatîk, wê destûra Amerîka ya kar ji bo kompaniyan tenê ji bo karên çandinî û xebatên avakirinê be û karê petrolê di nav de tunebe.

Nuland herwiha da zanîn ku wan sala borî 45 milyon dolar li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola HSDê de xerc kiriye û Washington dixwaze îsal 350 milyon dolarên din ji endamên hevpeymanan ji bo xebatên aramkirina herêmê kom bike.