image

PeyamaKurd – Şaredarê berê yê bajarê Ixdirê Yaşar Akkuş berê ji aliyê wezareta karên hundir yê Tirkiyê de ji ser kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qayyûm hatibû tayînkirin. Paşî bi sedema ‘endamê rêxistina terorê ya çekdar’ hatibû zîndanîkirin û niha li zîndana bajarê Erzeromê ye.

Îro li dadgeha cezayê giran ya 2 em ya bajarê Ixdirê hat darizandin û Akkuş di rêya SEGBİS ê de ji zîndana Erzeromê tevlî celseya dadgehê bû. Akkuş sûcên ku dadgehê bi aliyê wî de dida red kir. Tevî redkirina sûcan, dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da Yaşar Akkuş.

Akkuş ji partiya HDP ê bûbû şaredar û di 15 ê gulana sala 2020 an de bi operasyonekî hatibû binçavkirin û paşî hatibû zîndanîkirin. Mafê Akkuş heye ku li dijî biryarê derê û dosya here dadgehekî jortir.