image

PeyamaKurd - 19 koçberên ku dema dixwestin ji ser Rûsyayê derbasî Ewropayê bibin ji aliyê hêzên rûsî ve hatibûn girtin û ev du meh in girtîbûn hatin berdan û vedigerin Herêma Kurdistanê.

Hat ragihandin ku ew koçber ji balafirgeha Petersburg a Rûsyayê îşev 19ê Çileyê 2022yan li demjimêr 01:40î digihin Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 19 koçberên Kurd roja 26/11/2021ê, dema hewl didan derbasî welatên Ewropayê bibin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ve hatibûn desteserkirin û pişte li gor qanûnên Rûsyayê, hem cezayê pere hem jî cezayê nêzî 2 mehan ê girtîgehê li ser wan hatibû sepandin.