image

PeyamaKurd - 14 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li ser destpêkirina lêpirsîna dijî Baroya Diyarbekirê ya bi hinceta daxuyaniya salvegera Komkujiya Ermenan a sala 1915an, bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dan Baroya Diyarbekirê. Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûr dabû ku derbarê Serokê Baroya Diyarbekirê û komîteya rêveberiyê ya baroyê de lêpirsîn were destpêkirin.

Baroyên bajarên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Dêrsim, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe bo Baroya Diyarbekirê nîşan dan û li ser Komkujiya Ermenan jî gotin, "Em êşa felaketeke mezin ezmûn dikin".

Di daxuyaniyê xwe de hatiye diyarkirin, “Ji ber îfadeyên wan ên derbarê pevçûn, şer û binpêkirinên mafan ên berê de lêpirsîna wan nayê qebûlkirin" û hat xwestin, demildest lêpirsîn bê bidawîkirin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê du roj berê ragihandibû ku parêzer Mehmet Tûnç ji ber daxuyaniya roja 24ê Nîsanê ya Baroya Diyarbekirê ya derbarê Komkujiya Ermeniyan de gilî kiriye û wezaretê jî ji bo Baroya Diyarbekirê dest bi lêpirsînê dike.

Wezareta Dadê ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, Endamên Lijneya Rêveberiyê Zuhal Işik, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Elî Îsmet Girgin, Diyar Ruknedîn Çetedir, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk li gorî madeya 301an destûra lêpirsînê dabû.