image

PeyamaKurd - Berî niha ne bi gelekî, hunermedê hêja birêz Seîd Yusiv çûbû ser dilovaniya xwe. Ew di dîroka muzîka Kurdî de stûneke saxlem bû. Çandeke muzîkê ya hêja li pey xwe hişt.

Kurê Seîd Yusiv Birêz Zoro Seîd Yusiv jî niha bi muzîkê re mijûl dibe. Kekê Zoro li ser serpêhatiya muzîka bavê xwe û muzîka Kurdî fikr û ramanên xwe bi PeyamaKurd re parve kirin.

Li ser muzîkê, niha çi xebatên te hene, an jî xebatên te di kîjan astê de ne?

Weke ku tu jî dizanî wextê ku bavê min çû ser dilovaniya xwe, nexweşiya koronayê dest pê kiribû û xurt û qewîn bûbû. Gelek tişt rawestiyan û gelek tişt jî qedexe bûn. Ji ber vê yekê ez li Lubnanê asê mabûm. Dûvre ez hatim Elmanyayê. Berî ku sala wefata bavê min biqede li Qamîşlo me salvegera wî çêkir.

Piştî wê jî êdî me dest bi lêkolînê kir. Me go ka bavê min çi arşîv ji me re hiştiye, tiştên kevin û nehatine belavkirin… Ez bêhtir li ser van xebatên wî yên nîvco mayî sekinîm. Bi rastî hê jî lêkolîna min xilas nebûye. Ez dixwazim wan berhemên wî ji nû ve ji nav hevdu derbixim û binijinênim. Bi vî rengî xelk jî bi tomarkirineke nû dikarin xwe bigihînin wan berhemên wî yên zelal û wan guhdar bikin.

Belê, di vê gavê de ez niha li ser arşîva bavê xwe dixebitim. Gelek berhemên Seîd Yusiv hene ku di nava xelkê de belav bûne û bi sedan stranbêjan ev stran gotine. Êdî em niha wan jî kom dikin û tesbît dikin. Paşî jî em ê li Komeleya Parastina Mafên Hunermendan qeyd bikin. Em dixwazin bi vî rengî fermî bikin. Ji bo ku em berhemên Seîd Yusiv biparêzin jî em bi saziyekê re di têkiliyê de ne.

Tu bi xwe rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî? Li gorî te stranbêj û dengbêjên Kurdan ên îro, serkeftî ne an na?

Bêguman dinya hemî bi pêş ve diçe. Dewletên dinyayê û hunerên wan jî bi pêş ve diçin. Em Kurd bi xwe jî beşek ji wan e. Li gorî rewş û derfetên Kurdan, ez muzîka Kurdî serkeftî dibînim. Stranbêjên me yên ku dengên wan pir xweş hene û stran û muzîkên xweş derdixin. Lê hêviya me ew e ku stranbêjên îro stranên mayînde çêbikin. Weke wan hunermendên me yên kevin ku stranên giranbiha ji me re hiştine. Belê hinek stran derdikevin û di du sê mehan de têne jibîrkirin. Lê dîsa jî hinek hunermendên ku ez naxwazin bi nav bikim, hene ku stranên hêja derdixin. Yanî em dikarin bi rehetî bibêjin ku muzîka Kurdî baş e, bi pêş dikeve û stranbêjên jêhatî jî di nava Kurdan de xilas nebûne.

Li gorî te di dîroka muzîka Kurdî ya nêzîk de çi bandora rahmetiyê bavê te hebû? Di heman demê de bandoreke çawa li ser muzîka te bi xwe kir?

Wextê ku nû bavê min dest bi muzîkê kir, di muzîka Kurdî de tenê dengbêj hebûn. Dengbêjên ode û koçikan hebûn. Hinek ji wan Ebdilo, Silo Koro û Rifhetê Darî bûn. Ji xeynî van tembûrvanên weke Ûvivê Çelebî û Heznî hebûn. Di nav Ermenan de Aram Tîgran hebû. Lê wekî dî, hunermendên ku berhemên wan taybet bûn, tunebûn.

Wextê ku Seîd Yusiv derket, binavûdeng bû, lê bi stranên xwe binavûdeng bû. Stranên Seîd Yusiv şoreşek di muzîka Kurdî de çêkirin. Stranên Seîd Yusiv bi wezn û qafiye bûn û awaz û newaya wan jî pir xweş bûn. Wî ji kahniya muzîka Kurdî av divexwar. Ji ber vê yekê Seîd Yusiv binavûdeng bû û stranên wî, bi wî re dijîn û heta piştî rehmetbûna wî jî dijîn. Cara pêşî Seîd Yusiv bizik (buzuka Yewnanî) derbasî muzîka Kurdî kir. Di vê mijarê de jî bi hezaran şagirtên wî çêbûn û ez bi xwe jî yek ji wan bûm. Bavê min nota û meqam û xalên girîng ji min re digotin û min bi xwe jî wextê xwe li ser muzîkê derbas dikir xwe bi pêş ve dibir. Bi vî rengî ez tembûrê xweş lê dixim û stranên xweş dibêjim. Heta mirinê jî bandora wî wê li ser min be û jixwe ez jî bi terzê wî dibêjim. Bi vê jî ez gelekî serbilind im.

Kîjan dengbêjan bandor li rahmetiyê bavê te kiribûn?

Bavê min di vê mijarê de bi gelemperî wiha digot: “Min di piçûkatiya xwe de li Mihemed Arifê Cizrawî pir guhdarî dikir. Piştî ku ez bûme stranbêj min li Miradê Kinê jî guhdarî dikir. Gelekî keyfa min ji dengê wî re dihat. Ew tam hoste bû. Wextê ku lawik û şer digotin bandor li dil û hinavê mirov dikir. Min nedît ku kesekî weke wî xweş û fesîh stran digotin.”

Ez bi xwe jî li Mirado guhdarî dikim û stranên wî min dibin dinyayeke dî. Xwedê dengekî ecêb daye wî. Xweşbûna dengê wî ji cem Xwedê ye. Dengekî xwezayî ye. Dengê wî bêyî destûrê bixwaze, dikeve dilê mirov de.