image

PeyamaKurd –  Serdana AK Partiyê ya heyeta HDPê ya 2yê Mijdarê ji bo pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a ku li ser malbat û azadiya olî hatibû amadekirin, piştî nîqaşên laçikê (hîcab) dengvedaneke mezin bi xwe re anî. Mijara hevdîtina AKPê ya bi HDPê re ya Tifaqa Cumhurê, herwiha bû sedema rexneyên Tifaqa Millet a CHP serkêşiya wê dike.

Lê xala herî girîng jî, daxuyaniya hevparê Tifaqa Gel û yê bi dijberiya xwe ya li hemberî HDPê tê zanîn Devlet Bahçelî bû ku got, “hevdîtin normal e.” Herwiha di dema van geşedanan de anîna Selahattin Demirtaş a Diyarbekirê rastî eleqeyek mezin hat.

Ev geşedan di raya giştî de, "Gelo wê di navbera HDP-AKPê de pêvajoyeke nû destpê bike?" “Gelo AK Partî dîsa hewl dide dilê Kurdan bi dest dixe? Ket rojevê.
Têkildarî geşedanên navborî Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu ji PeyamaKurd re nirxandin kirin.

Hevdîtina HDP û AK Partiyê ji aliyê gelek medya û gel ve weke gelo 'pêvajoya çareseriyê ya nû' yan jî 'AK Partî dîsa destekê ji Kurdan dixwaze?' hat şîrovekirin. Di hindurê HDPê de rewş çawa ye? Li pişt perdê ronahiyek heye?

Serdana AK Partiyê ya HDPê di çarçoveya destûrê de bû. Li ser pirsgirêka Kurd tu axaftin nehat kirin. Xala ku di pirsgirêka Kurd de derketiye holê berdewamkirina feraseteke dewletparêz a pir giran a cudaxwaz û monîst e.

Ne mimkûn e ku ev “serdana “sergirtîbûnê” di mijara pirsgirêka Kurd de pevajoyeke çareseriyê ya nû bide destpêkirin, ji ber ku fikra afirandina "Sedsala Tirkî" ya nû bi têgihiştineke monîst ve girêdayî ye.

Hin parlamenterên AK Partiyê jî rexne li partiya xwe kirin. Mînak Endamê MKYKê yê AKPê Şamîl Tayyar got, "Eger partiyeke siyasî ya  ser bi PKKê ve ye û divê were girtin, çima em bi wan re li ser Destûra Bingehîn gotûbêj dikin?" Parlamenterê berê yê AKPê Mehmet Metîner jî got, "Divê AK Partî biryarê bide: Eger HDPê weke partiyeke ku pê re rûnên û biaxivin û piştgiriya wê girîng e dibîne, divê ziman û nêzîkatiya xwe ya li hemberî HDPê biguherîne." Her çiqas di nava AK Partiyê de dengên wiha derdikevin jî, xuyaye deng ji HDPê dernakeve. Hûn wê çawa şîrove dikin? Ji hilbijartinê re hindik maye. Dibe ku di navbera her du partiyan de geşedanên nû çêbibin?

“Gotinên bi vî rengî îfadeyên şexsî yên kesan e. Dibe ku ew daxuyaniyên ji bo nermkirina atmosfera li ser sergirtinê bin. Ji ber ku AK Partî dixwaze makezagona sergitinê were qebûlkirin.

HDPê her tim pêşniyarên weke maseya aştiyê di pirsgirêka Kurd de, çareserî û pêvajoya çareseriyê da. Ger ew li vir cidiyetekê bibîne, wê gavekê biavêje, lê em niha cidîyeteke wiha nabînin.”

Ji ber ku Devlet Bahçelî jî hevdîtin "normal" qebûl kir, ev bû sedema bertekan. Bi dîtina we qebûlkirina vê hevdîtinê ji aliyê hevkarê Tifaqa Gel Devlet Bahçelî, anketeke raya giştî bû, yan jî ji ber ku erkeke destûrî bû?

“Nêrîna Devlet Bahçelî ya rast û xwezayî ya hevdîtinê ji bo berdewamiya îtîfaqa zilma gel a AK Partî-MHPê ye. Ji bo di navbera wan de şikestinek çênebe. Ev ji bo nelihevkirinek ramanî dernekeve ye. Ev ji bo ku hevalbendiya xwe ya hovîtiyê bidomînin wê her tiştî ragirin. Civîna li vir, ne ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo mijara sergirtinê ye jî.

Ji ber vê jî divê tiştekî ecêb neyê dîtin ku Devlet Bahçelî vê gavê rast û xwezayî dibîne. Ji ber ku ji bo wan berdewamkirina tifaqê pir girîng e. Ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de hevdîtin nayê kirin, ne xema wan e.”

Dengên HDPê di navbera tifaqan de hevsengiyeke çawa çêdike? Partiya sêyemîn a herî mezin a meclîsê bi navê xwe têkeve hilbijartinê, wê hem ji bo HDPê û hem jî ji bo tifaqan çi başî û nebaşiyên wê hebin? Yanî tifaq dikarin li deriyê HDPê bixin?

“HDP partiyeke sereke ye, wê rola sereke bilîze. Rola Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet hema hema yek e. HDP jî di vê xalê de helwesta xwe nîşan dide.

Piştgiriya Tifaqa Cumhur ne pêkan e. Di derbarê Tifaqa Milet de jî diyar dike ku ger namzetekî demokratîk û rê li ber çareseriya Kurd veke û hevtînên zelal hebe, ew dikare piştgiriyê bide namzetê hevpar.

Partiya me got, ger HDP vê daxuyaniyê bi cih neyne, ew ê bi serê xwe namzetekî nîşan bidin. Ev rewşa dawî ya niha ye.”

Herî dawî Selahattîn Demîrtaş ji ber nexweşiya bavê wî anîn Diyarbekirê. Destûr nedan gelek siyasetmedaran. Rewşa Demirtaş dikare bibe nîşaneya 'serdema nermbûnê'?

“Mafê her girtiyekî di qanûnê de heye ku bi xizmên xwe yên di lênihêrîna giran de, tevlî merasîma cenaze û sersaxiyê bibe. Ji Selahattin Demirtaş re jî ev maf bi qanûnî hat dayîn. Bêguman, carên din ev maf hatiye piştguhkirin.

Ev balê dikişîne. Ji ber girîngiya kirîza dil û lezgîniya wê hat girtin, nîşan dan û anîn. Ev gaveke erênî ye, lê cîbicîkirina yasayê gaveke erênî ye.

Ji ber ku dema qanûn tunebû tiştekî wiha nekiribûn. Jixwe li vir mafê wî yê qanûnî heye, lê di bûyerên berê de, mafê gelek girtiyên ku mîna Demîrtaş xizmên wan di rewşên awarte yên wek lênêrîna giran û sersaxiyê de bûn, hatin piştguhkirin. Tenê weke mafekî qanûnî ev hevdîtin pêk aniye.”