image

PeyamaKurd – Bertekên li hemberî rêzefîlma kanala televizyona Tirkiyê ATVê dewam dikin. Roja îna borî, di ATVê de beşa rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’ an ku bi Kurdî ‘Gurê bi Tenê’, Herêma Kurdistanê û Kurd kiribûn hedefa xwe ku rastî bertekan hatibû.

Di beşa rêzefîlmê de, di derbarê Herêma Kurdistanê de, hevokên beredayî hatine serfkirin û di wê beşê de tê gotin ku “ciyekî bi navê Herêma Kurdistanê tine ye, Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn de peykeke ku hatiye avakirin û Tirk weke desthilatê dinyayê xwediyê vê axê ne” û gotinên wiha paşverû hatibûn bikaranîn.

Hevokên di nav beşa rêzefîlmê de, ew çend giran û nayên qebûlkirin ku gelek kesayetên Kurd jî bertekên tund nîşanî gotinên di nav beşê de dan.

Li ser gotinên di nav fîlm de ku bingehê ji dijminahiyê re amade dike, siyasetmedarên Kurd ji PeyamaKurd re axivîn.

Di nav şîrovekaran de endamê navendê yê rêvebiriya AKPê Orhan Miroğlu, parlementerê Diyarbekir û hem endamê navenda rêvebiriya AKPê Abdurahman Kurt, parlementerê berê yê HDPê Hasip Kaplan, siyasetmedarê Kurd Rojhat Amedî û parlementerê berê yê HDPê Altan Tan hene ku ev babet ji PeyamaKurd nirxandin.

“Di rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’ de, me dît ku dîmenên ku pê Herêma Kurdistanê û Kurdan kêm dixînin hene. Wê beşa fîlmê gelek bertekan dît. Li gor we, armanca wan çi bû? Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de rewa tê dîtin û Herêma Kurdistanê bi fermî seredanên Tirkiyê dike. Çima pêwîst dîtin ku Herêma Kurdistanê wiha bidin nasîn an wiha pêşkêş bikin?”

Orhan Mîroglu: “Pêşdeçûneke ku raya giştî ya Kurd êşandiye. Mixabin li Tirkiyê damarekî netewperest-Kemalîst heye û îdeologên ku serpereştên vê damarê ne, hê jî xurt in.

Ew kesên em behsa wan dikin, ew kesin ku di wexta rehmetî Turgut Ozal de têkiliyên ku bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re heya îro dimeşin, dixwazin wan têkiliyan têk bibin û teşwîqê dikin da li hemberê Barzaniyan siyasetekî dijminane bimeşe.”

Hasîp Kaplan: “Piştî şerê serxwebûnê yê Tirkiyê, Tirk û Kurd bi xelkên din yên Anadolê re Meclîs ava kirin. Parlementer di Meclîsê de bi navê parlementerên Kurdistan û Lazistanê ciyê xwe girtin. Di sala 1920an de meclîsa yekem hat avakirin. Felsefeya damezrandinê berfireh bû û hembêzkar bû. Pirrengî û çanda dewlemend ya dîrokî ya Anadolê dan ber çav û pê re, navê ‘Ahaliyê Tirkiyê’ an ku ‘Xelkê Tirkiyê’ derket pêş û bingeha nasnameyê ne li ser bingeha têgihiştina tund ya netew-dewletê bû. Dihat gotin ku her kesê bi têkiliyên hemwelatiyê bi welat ve girêdayî be, ew ‘hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye’.

Destûra 1924an bi netewperestiyeke tund hat nivîsandin. Senteza Tirk-Îslamê bû netewperest û yek tîp. Derba leşkerî ya 12ê Îlonê bi qanûna 2832an zimanê Kurdî qedexe kir. Ev qedexeyên han heya roja me dewam dikin.”

Rojhat Amedî: “Ya rast divê mirov zêde şiroveyan neke. Her kesê ku dixwaze nêrîna dewleta Tirk ya di derbarê Herêma Kurdistanê û Kurdan de bizanibe, dikare wê beşa rêzefîlmê temaşe bike. Sîstema rêvebirina Tirkiyê li ser netewaperestiya Tirk hatiye avakirin.

Kolandinên arkeolojik yên dîrokê bikin û li wan binêrin, ji her terefê bêhna neteweperstiyê tê. Em vêya di wê sehna ku dibêje: “wexta 2 Tirk werin cem hev, dewletê ava dikin” de, bi awayekî aşkera dibînin. Dinya, Tirkiyê bi netewperestî û bûyerên antî-demokratîk nas dike.

Derhênerê rêzefîlmê wisa ketiye dinyayekî fantazî yan jî dibe ku desthilat rêzefîlmê finanse kiribin û pere dabinê, wan li gor jimareyekî temaşevanan ya destnîşankirî bi rê xistine. Ji ber ku berhemên sînema û televîzyonan ji bawerî û civakan serbixwe nînin. Ew vêya baş dizanin û dixwazin Kurdan, beriya sala 2023an wisa bazar bikin.

Abdurahman Kurt: “Zihniyeta ku ev rêzefîlm çêkiriye, cennaheke ku ev sed sal in di bin bandora fikra netewaperestiyê (şowenîst) de ye. Ev nexweşiya şowenî, mirovan li hember rastiyên dîrokî yên wijdanî û rastiyên mirovî dike ku mirov ‘nabîne, nabihîze û fam nake’. Ji ber wê jî, bi gunehê şirkê yê ku efûya wê tineye, tê binavkirin. Bi AK Partiya îro û têgihîştina dewletê nayê îfadekirin.

Rêzefîlm di kanaleke nêzî dewletê de hatiye weşandin û ev serê mirov tevlihev dike. Lê di hevdîtinên me yên bi endamên hukumetê re, bertekên ku me li hember nîşan daye, me mafdar dîtine. Di hevdîtina ku me bi serokê RTUKê re kir, dikarim bêjim ku rêzdar serokê RTUKê me mafdar dîtiye. Ji ber wê, bi izna Xwedê em ê di rojên pêşde encamên bertekên xwe bibînin.”

Mirov dikare bêje ku di rêzefîlmê de ew gotinên di beşê de têne gotin, eksa yan ku neynika ‘îdeolojiya fermî ye’? Li pişt wan dîmenên tîpa pro-aktîf, dibe ku çi niyet hebe?

Orhan Mîroglu: “Her kes dizane ku têkiliyên di navbera Hewlêr-Enqere de, bi taybetî di vê dewrê de di asta bilind de stratejîk in. Em werin ser pirsa ku em çima bi sahneyên wiha re rû bi rû dibin. Ew kesên ez behsa wan dikim, ji îdeolojiya fermî, ji hêrsa tola şowenî xwedî dibin û dixwazin bandorê li ser siyaseta hikumetê ya derve bikin.

Hewlên ku bandorê li siyaseta derve ya hikumetê bikin xebateke beredayî ye. Lê dibe ku di demên pêşiya me de, em bi mînakên provakatîv re car din rû bi rû bimînin.

Dixwazin li nav Tirkiyê û derveyî Tirkiyê, Tirkiye ji Kurdan veqetînin. Ez dibêjim ku ev bûyer tercîheke bi zanîn e. Divê kes iznê nede ku jehrê bixin nav têkiliyên navbera Tirk û Kurdan yên dîrokî û siyasî.”

Hasîp Kaplan: “Nêrîna dewletê di serî de li xelkê Kurd û xelkê din weke fermî li ser ‘înkar, red, irqwarî, asîmîlasyon û şowenîzmê’ hatiye avakirin. Nêrîna yan têgihîştina rêzefîlma ATV jî ev e. Bingeha fîlmê, teza fermî ye. Di televîzyonan de, rêzefîlmên ku her wext Kurd kêm dixistin hebûn. Di demên dawiyê de ev kêmxistin, tehdîd, haqaret di televîzyonên nêzî desthilatê de dewam dikin. ATV, her wext propoganda desthilata AKPê dike, li hemberî muxalefet û Kurdan dijminahiyê dike. Weka organekî fermî ya AKPê ye.

Piştî AKP bi partiya faşîst, veqetêner MHP û yên weka wan re hevkarî kir, li hemberî xelkê Kurd, asta dijminahiyê zêdetir kir.

Di rêzefîlma ‘Yalniz Kurt’ de, ne tenê înkar, haqaret û kêmxistin heye lê ji van kiryaran wêdetir tişt hene. Bêhtir heqaretê li qedr û qiymetên serpereştên (mezinên) Kurdan dikin, bêrêziyê dikin û ev gotinên tije nefret li dijî hiqûqa netewî û peymanên navdewletî ne û sûc in.”

Rojhat Amedî: “Di bin van terz gotinan de îdeolojiya fermî bi xwe heye. Divê ne tenê nêrîna wan ya fermî ya li hemberî Kurdan bê nirxandin. Divê mirov here heya ‘bingeha destkeftiyên berbiçav yên Kurdan’. Ji ber li gor îdeolojiya fermî; Tirkiye ‘yek û tekane ye’, her çendîn ji derve behsa pêkhateyan û demokrasiyê bê kirin jî, ev ne wisa ye.

Em tenê sehna di rêzefîlmê de dibînin lê wexta em li pişt perda wê dinêrin, sanaryo têne nivîsandin, civînên heftane têne kirin, munaqeşeya ku çawa dikarin pêşkeş bikin weka tîm munaqeşeya wê û hwd.dikin.

Ev tê vateya ku derhêner ji bilî ku objektif be, ji xwe re sûbjektîviyê dibijêre. Ew îdeolojiya fermî ya ‘irqî, tekane’ di senaryoya xwe de bicîh dike, ew milletê Kurd yê ku di seha navdewletî de her diçe qedr û qiymeta wê zêde dibe, bi rêvebiriya Kurdistanê re kêm dixe.”

Abdurahman Kurt: “Ji bo em Kurdên li Tirkiyê dijîn Azerbeycan çi be, divê em li rêvebiriya Herêma Kurdistanê wisa binêrin. Em wisa difikirin.

Helbet endîşeyên Tirkiyê yên ewlehiyê li hemberî terora PKKê, siyê dixe ser vê nêzîkbûnê. Divê PKK vê terora bê vate û tevgerên çekdarî ku êşê bi xelkê Kurd û herêmê didin kişandin, dev jê berde, siya xwe ya li ser aştiyê, hizûrê, geşepêdanê û ji ser têkoşîna li ser demokratîzebûnê rake.”

Li Tirkiye desthilat çawa li mijarê dinêre? Bi ya we; divê helwesta hikumet û Kurdan di vê babetê de çawa be?

Orhan Mîroglu: “Di dema desthilata AKPê de, têkiliyên aborî bi Hewlêrê re gelek pêş de çûne. Divê em ji bîr nekin ku îro li Tirkiyê, herêmên di bin desthilata rêvebiriya Herêma Kurdistanê de, bikaranîna petrol û gaza wan ya li Tirkiyê û di ser Tirkiyê de, ji bo birina Rojava di nav de, gelek mijar di asta bilind de têne munaqeşekirin.

Ji bo çareserkirina hinek arîşeyan seredanên wan yên ji bo hev bilez dewam dikin.Tam di wexteka weha dîrokî de, hinek kes dertên û siyaseta fermî ya hikumetê ya ku her kes dizane, serûbinê hev dikin. Helbet ev nayê qebûlkirin.

Heqareta li rêvebiriya Herêma Kurdistanê ya bi vî tewrê, darizandina bêhed, xelkê sewqî kîn û hêrsa etnîkî dikin û beriya her tiştî ev sûc e. Divê kanala televizyona navborî û sanarîstê wê lêborîna xwe bixwazin.”

Hasîp Kaplan: “Tevî ku rêvebiriya Herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqa Federal rewa ye û bi fermî bi hikumeta Tirkiyê re hevdîtinan dikin, rastî êrîşan tên. Bi heman şêweyî êrîşî Rojava û Bakûr jî dikin. Serokê AKPê Erdogan li hemberî vê dezgeya weşanê bêdeng maye û çav girtiye. Divê temamê Kurdên li vê dinyayê vê rastiyê bibînin.

Divê 50 mîlyon Kurd bêhtir bertekê nîşanî vê zihniyet û nefreta bi êrîş, tehrîk, nehesabkirina ji binî tine, netewperest û veqetîner bidin.”

Rojhat Amedî: “Li Tirkiyê bi mîlyonan Tirk hene ku nizanin Herêma Kurdistanê fermî ye yan na. Herêma Kurdistanê ku di siyaseta dinyayê de, di noqteyeke herî girîng de hebûna xwe nîşan dide, kes hene ku bi ‘çavê terorê’ jî lê dinêrin. Divê hikumeta AKPê xwe bide ser mijarê. Yanî ew bi xwe hevdîtinan dikin, di hevdîtinên fermî de ala fermî ya rêvebiriya Herêma Kurdistanê pêl dide û divê li ser mijarê ‘xebatên raya giştî’ bike.

Eger nekin û bêdeng bimînin, daxuyaniyeke fermî nedin, ev tê wateya ku ew jî heman tiştî qebûl dikin. Eger AKP di medya xwe de, ber li provakasyoneke wiha negire, wê Kurd bêhtir ji destê wê herin û wan winda bike. Heta divê Erdogan derê û bêje bê Herêma Kurdistanê çiye û behsa projeyên xwe yên bazirganî yên  bi Herêma Kurdistanê re bike. Eşkere ye ku kes dengê xwe ji senarîstê rêzefîlmê re neke û ber lê negirin, wê gelek sahneyên wiha çêbikin. Divê Kurd rewşê qebûl nekin û heya ji wan were, bertekê nîşan bidin.”

Abdurahman Kurt: “Heya niha me di nav AKPê de, mafên bi rengê şoreşê yên Kurdan, di rêya têkoşîna demokratîk de bidest xist. Lê PKK di rêya terorê de temamê destkeftiyên me dixe talûkê. Ji bo PKKê ev ne bes e, destkeftiyên Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku serbilindiya temamê Kurdan e, wisa dike ku ji dest here. Ev jî wan têgihîştinên şovenî yên di rêzefîlmê de provoke dikin û dikin ku dijminahî dewam bike.

Divê em ji temamê van şaşiyan re bêjin: ‘Êdi bes e!” Hem jî bi dengekî bilind...”