image

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê kampanyayeke berfireh ji bo dersên bijarte yên kurdî hatiye destpêkirin û bangewazî li malbatan tê kirin ku heta 21ê Çileyê 2022yan ji bo zarokên xwe li dibistanên Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê dersên kurmancî û zazakî hilbijêrin.

Ji bilî Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, Herketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) jî pêşengiyê di vê kampanyayê de dike ku ev cara yekem e kampanyayeke wisa berfireh ya bi beşdariya nivîskar, siyasetvan, rojnamevan û sazî û dezgehên sivîl ji bo zarokên kurd berê xwe bidin zimanê dayikê hatiye destpêkirin.

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî li ser mijara dersên bijarte yên kurdî bersiv da pirsên PeyamaKurdê. Celalî dibêje: “Divê Miletê Kurd bi asteke bilind daxwaza mafê xwe yê zimanê zikmakî bike.”

Hûn girîngiya dersa Kurdî ya bijartî ji bo gelê Kurd çawa dibînin?

Li gorî Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD), di mijara zimên da divê derfetên herî piçûk jî ji bo dahatûya zimên werin bikaranîn. Ger mirov fersendên berbidest bikar neyîne, rê li ber destkeftiyên mezin venabe. Ku Neteweya Kurd îro bi şêweyekî zêde dersên Kurdî yên bijartî berbiçav bigire, em bawer dikin ku di salên pêş da, Zimanê Kurdî yê bibe zimanê perwerdehiyê jî.

Weke ku tê zanîn di van salên dawî de dersên Kurdî pir nayên hilbijartin. Li gorî we sebeba vê çi ye?

Bi rastî jî, piştî ku derfeta dersa hilbijartî ya bi Kurdî (Kurmancî û Zazakî) çêbû, di salên destpêkê da siyaseta ku qaşo ji bo Kurdan tevdigere, daxwaza boykotê kir. Du salan daxwaza boykotê berdewam kir û mixabin mêla Kurdan ya li ser ders ango waneya bi Kurdî şikestek mezin xwar. Dûv ra bi şerê xendekan û bi rewşa neasayî, hemî mafên Kurdan yên rewa dîsa hatin perdekirin û ji rojevê ketin. Ji ber vê rastiyê ye ku bizavên sivîl yên xemxurê Zimanê Kurdî hewl didin ku vê rewşê biguherînin û bişavtina li ser zimên bidin sekinandin.

Ji bo di dibistanekê de poleke Kurdî were vekirin çi lazim e?

-Gorî rêziknameya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiye amade kiriye, ji bo ku polek vebe divê herî kêm 10 xwendekar dersa Kurdî bijbêrin. Piştî ku 10 xwendekaran ew ders bijartin, ji bo wan pol tê amadekirin û mamosteyekî Zimanê Kurdî ji bo wan zarokan tê erkdarkirin. Ger mamoste tune be, gerînendeyê dibistanê ji wezaretê daxwaza mamosteyê zimên dike û piştî terxankirina mamoste, êdî ew pol vedibe.

Xwendekar û malbatên Kurd li mijarê çawa dinêrin?

Bi rastî ev bû du sal, em ji bo dersên hilbijartî yên bi Zimanê Kurdî li qadan in. Û me dît ku hema bibêje tevahiya miletê me ji van dersan û van derfetan bê xeber e. Dema em mijarê ji kîjan malbatê ra yan jî ji kîjan Kurdî ra vedikin, ew jî matmayî dimînin ku çawa ne agahdar in ji wan derfetan. Lê li gel vê rewşê jî, dema li vê derfetê dihisin gelekî kêfxweş dibin. Ev jî dide xûyakirin ku, wek HEZKURD divê em zêdetir bixebitin û di warê hişmendiya zimên da û di warê derfetan da, miletê xwe serwext bikin.

Erkdarên dewletê û rêvebirên dibistanan çawa tevdigerin?

Di vê mijarê da rewşeke ne zelal li pêş me ye. Ji ber ku ti derfetek wisa di destê me da nîne ku, em refleksên rêvebiran bibînin yan jî pê bihisin. Lê rastiyek wiha jî heye ku her tişt bi desthilatê va girêdayî ye. Ger navenda dewletê ango desthilat bixwaze, ji xwe ti pirsgirêk namîne li pêş Zimanê Kurdî. Lê rastiya herî zelal jî ew e ku, berpirsê bişavtinê û têkçûna Zimanê Kurdî dewlet bi xwe ye. Mixabin ger polîtîkaya 98 salan ya înkarê û bişavtinê nebûya, vêga me ev mijar jî giftûgo nedikirin. Lê belê hin bajaran rêvebirên dibistanan karê xwe bi şêweyekî normal pêk tînin û ti astengiyan dernaxin. Lê hin caran jî em ji dê û bavên xwendekaran yan jî ji xwendekaran dibihîzin ku hinek berpirsên dibistanan ji zihniyeta înkarê dager nebûne û astengiyan didin li pêş gelê me.

Li gorî we divê gelê Kurd ji bo dersa Kurdî ya bijarte çawa tevbigere?

Li gorî nêrîna me, divê di mijara zimên da hemî sazî, dezgeh, rêxistin û partiyên Kurdan helwestek netewî nîşan bidin. Bi şêweyekî yekgirtî, bi sebr û xebat em dikarin di demek nêzîk da destkeftinên mezin bi dest bixin. Taybet jî, divê Miletê Kurd bi asteke bilind daxwaza mafê xwe yê zimanê zikmakî bike. Hem ji dewletê, hem ji qada navneteweyî û hem jî ji partî, sazî, cemaet û rêxistinên xwe, daxwaza mafê zimanê xwe bikin. Divê em rastiyeke din jî bînin zimên ku, her çi qas dewlet yekem sûcdar be jî di sûcê bişavtinê da, xemsariya siyaseta Bakurê Kurdistanê jî di têkçûna zimên da rol digire. Divê ev rewş bê guhertin.

Hûn weke HEZKURDê di vê mijarê de çawa tevdigerin?

Em wek HEZKURD, bizavek nû ne. Lê bizavek pratîkî ne. Tenê bi daxuyaniyan na, bi karên xwe yên pratîkî jî gorî hêza xwe li qadan tevdigerin. Ji xwe heta 21ê vê mehê, em ê li bajar, bajarok û heta li gundan jî di nava gel da bin û bi wan ra bin. Wekî din jî me qomîsyonek huqûqî ava kiriye ku, ger li dibistanekî neheqî li xwendekarekî Kurd were kirin, em ê bi rê û rêbazên yasayî di parastina mafê gelê xwe da cîh bigrin û alîkar bin. Ji ber ku em baş dizanin ziman Niştiman e, ger ziman bê parastin Niştiman her parastî dimîne.