image

PeyamaKurd - Karsazê Kurd Huseyîn Baybaşîn piştî 23 salan ji girtîgeheke Holandayê ji NETEW TV bersiv da pirsên Zeynep Cager. Baybaşîn dibêje, divê Kurd dîroka xwe fêr bibin û di perwerdehiyeke bilind û bi kalîte re derbas bibin.

Baybaşîn dide zanîn, “Bi taybet jî derfetên mirovên me yên li dîasporayê hene. Piştî baş fêrî ziman û dîroka xwe bibin, wê têbigihin bê çima heta niha me nekariye dewleteke serbixwe ava bikin. Me di damezrandina Îsraîlê de dît ku yên Îsraîl ava kirin kesên xwedî perwerdeya bilind bûn. Perwerdehiya bilind ji bo xelkê me neçariyek e. Dîsa heke karekî wan hebe jî bila hewl bidin karekî baştir bidest bînin.”

Derbarê tenduristiya xwe û rewşa xwe ya niha de dixwazî ji gelê Kurd re çi bibêjî?

Li ser tenduristiya xwe dikarim bêjim min hin operasyonên neştergeriyê derbas kirin, tedawî bûm lê niha spora xwe dikim û ji kesên ji min ciwantir zêdetir dixebitim.

Dema ya li girtîgehê çawa derbas dibe, tu bi çi mujilîyê dikî?

Bi xebat, xwendin, nivîsandin û sporê roja min derbas dibe. Xwarinên Kurdistanê çêdikim. Kêfa min pir ji xebatê re tê. Li Licê min nedikarî gelek tiştan bikim, fişara deshilatiyê hebû. Li tevahiya Kurdistanê ev bûye, ti cudahiyeke jiyana min nîne.

Li dinyayê ti kesekî ku ji gel û dewleta xwe hez neke nîne. Helbet ji bo Kurdan jî tiştekî siruştî ye ku hez ji ax û gelê xwe bike. Ji bo vê tu çi dibêjî?

Kurd bi awayekî şaş û bi xerabû dane nasandin. Dagirkerên Kurdistanê bi awayekî ev siyaset meşandine. Di dîroka nêzîk de, dema li welatên cîhanê digeriyam bi çavê PKKê li min dinêrtin. Lê niha piştî organîzekirina DAIŞê bo dagirkirina Kurdistanê, şaristaniya cîhanê pê hesiya ku Kurd xwedî şaristanî ne û axa xwe bi canê xwe diparêzin. Bi vî hawî nêrîna li ser Kurdan guherî, lê di encamê de xwedîderketina li gelê xwe erka me ye.

Çima xaka Kurdistanê ne azad e û di nexşeya cîhanê de bi navê Kurdistan ciyek nîne, tu vê çawa dinirxînî?

Kurdistan li cihê xwe ye û nexşeya Kurdistanê jî heye. Yên ku pênaseyê lê nakin cehnema wan be. Ev serêldana me ya bi nexşeya Kurdistanê bo Neteweyên Yekbûyî ye. Li ser pirsa çima Kurdistan nîne? Lê heye. Ji bo ji aliyê saziyên fermî were qebûlkirin me xebat kirin. Dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin, ji  beriya zayînê (Hz. Îsa) bi deh hezar salan ve dîroka wê ya nivîskî heye. Ev 2 hezar sal in piştî zayînê jî dîroka Kurdan tê zanîn. Tê zanîn ku Kurdan zêdetirî 2 hezar sal berê di heya koça mezin de, ji ser Îskandînavan û Qefqasan hatine li dorûbera Çiyayê Agirî bicih bûne.

Kurdan bi navên Kasinî û Medan gelek împeretorî damezrandine. Di serdema Misir-Firewnan de li cîhanê dewleta sêyem a mezin bû. Dewleta Kurdan jî her dem hebû. Kurdan sala 1510an bi Osmaniyan re peymana hevpeymanîbûnê îmze kirin. Bi Osmaniyan re bûn yek û wekî parçeyekî wan man.

Kurdan nexwestin piştî şerê cîhanê yê yekem hevkariya mîratgirên Osmaniyan nekin. Di dema dagirkeriya Îngilîz û Fransiyan de li dijî Osmaniyan şer nekirin, ev pir girîng e. Yekem êrîşa kîmyewî Îngilîsan bi ser Kurdan de kiriye. Kurdên ku hevkarîya îngilîzan nekirin bi yên ligel Osmaniyan re şer kirin.

Wê demê bi qasî 8-10 milyon Kurd hebûn, piraniya wan asîmile bûn, rastî tevkujiyan hatin lê niha nêzî 50 milyon Kurd hene. Çima ku Kurdan bi Îngilîzan re li hev nekir û ligel Osmaniyan tevgeriyan, bi peymana Sykes-Picot Kurdistan kirin çar pare. Tirkiye li sînorên wan dîwaran lê dike û di serê Kurdan de jî dîwar lê kirin. Kurd wekî Kurdên Îranê, Kurdên Iraqê, Kurdên Sûriyê û Kurdên Tirkiyê dabeş kirin. Ev bi rastî jî trajedî û êşeke mezin e. Ji bo Kurdan cihê şermê ye.

Çend sal berê te banga kongreya netewî kir û xwest partiyên Kurd werin gel hevdu. Te ji bo çi pêdivî bi xebateke wiha dît?

Dema min terka Tirkiyê da, qesda canê min kirin. Me terka Tirkiyê da. Çima dewleteke me li wir nîne, gelê me çima neçarî koçberiyê tê kirin, çima ji berhemdariya erda xwe sûdê nastîne. Çareya vê çi ye? Di çarçoveya van ramanan de, min pêwîst dît ku ji hin pisporan sûdê wergirim. Me daxwaz ji pisporan kir di vî warî de xebatê bikin. Rapor hat ber me û me dît ku, ti miletekî bi destê hêzeke din serxwebûna xwe bi dest nexistiye.

Bi ser me ti xebatek jî ji bo rêya serxwebûnê nekiriye. Me di şerê yekem ê cîhanê de serxwebûn red kiriye. Me di 1510an de erda xwe radestî qesrên Osmaniyan kiriye. Gelek caran darbe çêbûn lê ti carî me feraseta Kurdistaneke serbixwe nedaye ber xwe. Me ji dinyayê piştgirî nexwestiye. Komara Mahabadê ya Kurdistanê jî di dema 11 mehan de, bêyî ku xebata xwe ya li neteweyên yekbûyî temam bike, bi zextên îngilîzan û rûsan piştgiriya bo dewleta Kurd hat vekişandin û Îranê hat dest danî ser hikûmetê. Mele Mistefa Barzanî bi aqilî tevgeriya û tevî 500 Pêşmergeyan bi şer heta Rûsyayê çû û car din vegeriya.

Me ev xebat nekirine, ji bo serxwebûna Kurdistanê me xebatek dernexistiye holê û ev kêmasiya me ye. Gelek welat tevî ku nifûsa wan gelekî kêm e jî bûn xwedî dewlet. Em çima nikarin bibin dewlet. Diyar e em ji bo vê nexebitî ne. Heke Kurdistan heta niha nebûbe serbixwe ev kêmasiya siyasiyên me ye, kêmasiya gelê me ye, kêmasîya me ye.

Kî piştgirîya rêxistina terorî DAIŞê kir, çima erda Kurdistanê dagir kir? Di vê mijarê de fikrê te çi ye?

Ji ber ku li ser erda Kurdistanê şerê rizgariyê pêk hatiye xwestine vê hêzê bi kordîneya Tirkiyê bişkînin. Di vê çarçoveyê de polîtîkaya hemû kesên li herêmê dijîn misilman in, divê misilman yek bin, yên ne misilman jî ser wê erdê bên paqijkirin meşandine. Yên ku wekî wan difikirîn nedixwestin şerê rizgariyê bidin jî destek dane wan û gelek rêxistinên dişibin DAIŞê anî ba hev û erda Kurdistanê ji xwe re kirin armanc daku pêşveçûnê bişkînin û pergala xwe ava bikin.

Rêveberên Rojavayê Kurdistanê belgeyên di vê derbarê de gihandin Pûtîn û Joe Biden. Kurdan ji dinyayê re nîşan dan ku ew dikarin li hember çekan û tankan rabin. Û Kurdan bi vê yekê re xwe ji cîhanê re wekî mînak nîşan dan û dan qebûlkirin. Lê belê ji ber kêrnehatina rêberên siyasî û serneketina wan, nekarîn berê xwe bidin serxwebûnê. Lê bila ti kes nefikire ku ew xeterî ji holê rabûye.

Gelo nêrînên te yên derbarê jinên Kurd de li Tirkiyê çi ne û ji bo binpêkariyên dijî jinan de çi dibêjî?

Pêwîst e mirov li Tirkiyê mafên jinan ji mafên mirovan cuda nebîne. Tirkiye hê jî bi yasayê Mussolînî tê birêvebirin û ew qanûn wê demê hatine bicihkirin. Li Kurdistanê jî ji ber ku bandora rêzikên îslamî mirov xistine rewşeke zehmet, ev yek bûye sedem ku jinên Kurd jî kurdbûna xwe nikaribin bijîn. Di gotinên pêşiyên Kurd de, ‘Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e’ heye. Gotinên pêşîyên Kurd tim jin derxistine pêş. Kevneşopa Kurdan roleke sereke daye jinan. Herwiha jinên Kurd xwedî wê hêza ku xwedî li mafên xwe derkevin in. Divê bikarin serbixwe û azad bibin.

Herî dawî peyama te ji bo ciwanên kur û keçên Kurd çi ye, dixwazî ji bo wan çi bibêjî?

Divê fêrî dîroka Kurdistanê bibin. Divê perwerdeyeke bilind û bi kalîte bistînin. Piştî baş fêrî ziman û dîroka xwe bibin jî wê têbigin bê çima em nekarîne bibin xwedî dewlet. Me di damezrandina Îsraîlê de dît ku yên Îsraîl ava kirin kesên xwedî perwerdeya bilind bûn. Perwerdehiya bilind ji bo xelkê me neçariyek e. Dîsa heke karekî wan hebe jî bila hewl bidin karekî baştir bidest bînin.