image

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, ji bo dezgeheke ramanî axivî û di axaftina xwe de ragihand ku ji bo dawî li şer were, divê ew û Vladimîr Pûtîn biaxivin. Zelenskiy da zanîn ku ew ji bo hevdîtinên aştiyê amade ne lê aliyê Rûs ne amade ye.

Li gorî nûçeya Reutersê, Vladimîr Zelenskiy, ji dezgeheke ramanî ya ku navenda wê li Endonezyayê ye axiviye û di axaftina xwe de peyamên girîng dane. Zelenskiy gotiye ku “Ez ne bi daxwaz im ku bi Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn re biaxivim lê belê ji bo ku şer bi dawî bibe, axaftina pê re pêwîst e. Di vê mijarê de divê em bi rastiyan re rû bi rû bibin.”

Li gorî nûçeyê, Vladimîr Zelenskiy gotiye ku ‘Tiştên ku bi rêberên Rûs re bên axaftin, hene. Ez nabêjim xelkê me mereqdarê axaftina bi Rûsan re ye. Lê divê em bi rastiyan re jî rû bi rû bibin. Em ji vê civînê çi dixwazin? Em paşve vegerandina li jiyanên xwe dixwazin. Em dixwazin li ser axên xwe bijîn û em jiyaneke li welatekî serwer dixwazin.”


Zelenskiy, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku aliyê Rûs hîn ji hevdîtinên aştiyê re ne amade ye.