image

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku Rûsya li Derya Reş û Azakê her dû rêyên îxracatê girtiye û niha ew îxracata ku wê Ûkrayna heya niha bikira, nîvê wê di depoyan de sekinandiye ku miqdarê wan hûbûbatan 22 mîlyon tone. Zelenskiy weha got:

“Îro 22 mîlyon ton hûbûbat di depoyan de sekinandiye. Pêdiviya bazara dinyayê pê heye û em nikarin wan amade bikin. Xelayî ne bi tena serê xwe ye. Ew her gav rewşê xerabtir dike, jiyana mirovan perîşan dike, ji mirovan re şertên bê baweriyê çêdike û pê re jî kaosa siyasî hevaltî dike. Di meha temmûzê de gelek welat wê hasilatên xwe yên stokkirî serf bike û wê mezinahiya felaketê fêm bike.”