image

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya tora medyaya civakî ragihand ku wî bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kiriye da ku dorpêçê li ser endustriya nukleerî ya Rusyayê bike.

Volodimir Zelenskiy da zanîn ku santrala nukleerî ya Zaporijya ku yek ji santralên herî mezin ên Ewropayê ye, rastî êrîşên hewayî tê û wî jî li ser vê yekê banga dorpêça li ser Rusyayê li rayedarên Yekîtiya Ewropayê kiriye.

Zelenskiy di ragihandina xwe de got ku wî bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel re li ser vê mijarê hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de daxwaza dorpêça nukeerî ya ku li ser Rusyayê bê sepandin kiriye.

Jesep Borrell jî hişyarî dabû

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê yê Karên Derve Josep Borrel jî di vê derbarê de hişyarî dabû Rusyayê ku çalakiyên li derdora Zaporijyayê, binpêkirina xalên navneteweyî ye û bang kiribû ku destûra xwegihandina Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya ji bo santralê bê dayîn.