image

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, li ser dorpêçên ku di dema şer de ji aliyê welatên rojavayî yên ‘nedost’ ve li ser Rusyayê hatibûn sepandin, bergirên Rusyayê ragihandin.

Berdevk Zaharova di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hebûna Rusyayê ya piştî şerê li dijî Ukraynayê ya Ewropayê û got,

"Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), hebûna me ya dîplomatîk kêm bûye. Li hin welatan yek-du dîplomatên me hene. Rusya hebûna xwe ya dîplomatîk a li van welatan berdewam dike. Ji ber ku hemwelatiyên Rusyayê yên li wê derê, her roj bi agahiyên xwe yên cuda, belgeyên jidayikbûnê û pasaportên xwe danûstendinan dikin.

Ev karê rûtîn e ku divê were kirin, ne ji bo dewamkirina hebûna dîplomatîk. Lê ew her roj li wê derê dixebitin."