image

PeyamaKurd – Li peravên Yûnanistanê keştiya aîdê Îranê ya ku tê de petrol hebû, dewleta Yûnanistanê li ser daxwaza Amerîkayê dest danî ser. Ragihandin ji aliyê Îranê de hat kirin. Rêxistina Lîman û Deryavanîya Îranê ragihand ku bi sedema şertên kêşûhewa nexweş, keştiya wan xwe sipartiye peravên Yûnanê û Yûnanî dest danîne ser keştiyê. Îran weha got:

“Keştiyekî aîdê Îranê ji aliyê hukumeta Yûnanistanê de li peravên Yûnanistanê dest danîne ser. Bi biryara dadgehê û bi koordinasyona Amerîkayê dest danîn ser barê wê. Keştiya ku xwe sipart peravên Yûnanistanê, ji muretebat û ewlehiya keştiyê re alîkariyekî nekirin. Petrol ji aliyê wezîfedarên leşkerî ve hatiye valakirin. Ev mînakekî korsaniye.”

Di daxwuyaniya Îranê de her weha banga bicîhanîna wezîfeyên navdeweletî û serbestberdana keştiya Îranê hat kirin.