image

PeyamaKurd – Dewleta Yûnanistanê sîparîşa 24 balafirên Refale yên şer dabû Farnsayê û Fransa 6 balafiran teslîmê Yûnan kir. Teslîmat li balafirgeha li bakûrê Atînayê li balafirgeha bi navê Tanagra hat kirin.

Di merasima xwedanîna balafiran de serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis ragihand ku teslîmata ewilî piştî 16 mehan hatiye kirin, teslîmata duyê wê di sala 2022 an de û teslîmatên din wê di sala 2023 an û piştî wê de bênkirin.