image

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku biryara dirêjkirina dema dorpêçên ser aboriya Rûsyayê yên ser hin sektorên hatiye dayîn.

 Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dorpêçên ser sektorên diyar û girîng ên ser aboriya Rûsyayê ji bo 6 mehan ango heta 31ê Tîrmeha 2023yan hatine dirêjkirin.

Herwiha hatiye bibîrxistin ku cara yekem sala 2014an piştî îlhaka Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve dorpêç li ser Moskowê hatine sepandin ku sala borî piştî şerê Rûsya-Ukrayna jî dorpêçên ser aboriya Rûsyayê hatine berfirehkirin.