image

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê di derbarê koçberên li Tirkiyê da zanîn, divê Tirkiye hemû xalên rêkeftina li ser koçberan cîbicî bike, bi taybetî yên ku rizamendiya wergitinê ji wan re hatiye, herwiha yên ku daxwaza wan a mafê penaberbûnê hatiye redkirin.

Wezîrê Koçberan ê Yûnanistanê li ser vê mijarê ji Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir, vê kêşeyê ligel Tirkiyê çareser bikin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî eşkere kiriye; ew ji reftarên Tirkiyê nîgeran in. Herwiha destnîşan kiriye dabeşkirina penaberên nişteciyên Yûnanistanê li ser welatên Yekîtiya Ewropayê, karekî serkeftî bûye, hejmara penaberan li ser axa Yûnanistanê kêm bûye û divê beriya hatina demsala zivistanê, kêşeya wan penaberan jî were çareserkirin, ku li ser axa Tirkiye û Yûnanistanê ne.