image

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, piştî hevdîtina ligel Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marin li paytext Helsînkî, di civîna hevpar a rojnamevanî de ragihand ku ew li ser pakêta 9an a dorpêçên ser Rûsyayê dixebitin.

Leyen li ser şerê Rûsyayê ku li dijî Ukraynayê berdewam dike got: “Bebek, malbat û bapîr û dapîr di tarîyê de mane û ji sermayê diqufilin. Vê êrîşa barbarî bi tundî şermezar dikim. Ev tawanên şer in.”

Von der Leyen herwiha ragihand, "Ez îro dikarim ragihînim ku em bi xebateke bilez li ser pakêta 9an a dorpêçan dixebitin. Bawer dikim ku em ê di demeke nêzîk de, ligel G7an û şirîkên din ên mezin nirxê tawan ê petrola rûsî ya gerdunî pesend bikin.”