image

PeyamaKurd – Di destpêka lutkeya du rojî ya lîderên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) de ku li Brukselê dest pê kir, Serokê Konseya YE Charles Michel, derbarê endamtiya Ukrayna û Moldovayê de daxuyaniyên girîng dan.

Michel got, “Em ê îro biryareke jeopolîtîk ragihînin ku jê piştrast im em ê statiya endamtiyê bidin Ukrayna û Moldovayê.”

Hêjayî gotinê ye, di lutkeya ku li ser mijarên şerê Rûsya yê dijî Ukraynayê û rewşa statuya endamtiya YE ya welatên Balkan û Kafkasan tê gotûbêjkirin de, wê di civîna piştî nîvro de endamtiya Ukrayna, Moldova û Gurcistanê were gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin rewşa endamtiya Gurcistanê ji bo nirxandinê were paşxistin, lê ya Ukrayna û Moldovayê jî were yekalîkirin ku statuya endamtiyê bo wan were dayîn.