image

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiya Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser hegera endamtiya Ukraynayê ya ji bo NATOyê axivî. Li gorî Borrell, ev mijar ne mijara bingehîn e ku di vê pêvajoyê de bê nirxandin.

Li ser pêşniyaza ku Ukrayna bi amadekariyeke lezgîn bibe endamê NATOyê, ji aliyê Josep Borrel ve nirxandinek hat kirin û di vê nirxandinê de hat ragihandin ku niha endamtiya Ukraynayê, ne mijara bingehîn e.

Borrell, ji bo televîzyona dewletê ya Îspanyayê RTVE'ê axivî û got,

“Daxwaza tevlîbûna Ukraynayê ku bibe endamê NATOyê, niha ne mijara bingehîn e. Ya girîng ew e ku wekî ku heta niha berdewam kiriye, piştgiriya leşkerî bê kirin û dorpêç li ser Rusyayê bên sepandin.”

Borrell di dewama axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Ukraynayê û got,

“Yekîtiya Ewropayê, cara yekemîn e fonên xwe yên ji bo kirîna çekan bi kar haniye û radestî welatekî di nav şer de kiriye.”

Nûnerê Bilind di dawiya axaftina xwe de li ser welatên Ewropayê û sekina wan a li dijî Rusyayê jî axivî û got ku

“YE, biryarên ku gelek welat nikarin li dijî Rusyayê bidin, bi awayê hêzdar û dorfireh dorpêçan disepîne. Ji bilî parastina dorpêçên ku berê hatine sepandin, ji bo Ukraynayê alîkariyeke zêdetir û ji bo Rusyayê jî dorpêçên zêdetir, mijarên girîngtir ên dîplomasiya gerdûnî ya tevlîbûna şer e.”