image

PeyamaKurd – Xwuşka serokê dînî yê Îranê Ali Hamaney ya bi navê Bedri Hamaney ragihand ku rêvebiriya Îranê li xelkê zulme dike û bi tundî Hamaney rexne kir. Bedri Huseyni Hamaney di nameya xwe ya ji bo raya giştî re weha got:

“Weka wezîfa mirovî, daxwazên cuda yên xelkê, min bir ji birayê xwe Ali Hamaney re. Lê min dît guhdarî nake, di kuştina mirovan de rêya Humeynî dewam dike û min pêwendiyên xwe jê birî.”

Bedri Huseyni, nameya xwe ya ji bo raya giştî di ser hesabê kurê xwe yê Mahmud Muradhani de di Twitterê de parvekir. Bedri Huseyni got ku ew xem û kula kesên ku di xwepêşandanên Mahsa Jîna Emînî de mirovên xwe wenda kirine, parve dike û weha got:

“Ji bo her dêyekî wendakirina zaroka xwe an dûrmayîna ji zaroka xwe êşê dide. Di 40 salên dawiyê de gelek dayîk di mijarê de bêçar man.

Ji roja şoreşa 1979an heya niha ez û hevjînê xwe Ali Tahrani em kiryarên rejîmê rexne dikin. Ez ji kiryarên birayê xwe Hamaney dûrim, ji dewra Humeyni heya dewra despot Hamaney, ez dixwazim êşa wan dayîkên ku zarokên wan hatine kuştin parve bikim. Asayîşa Îranê keça min jî bi tundî xistin binçav. Eger keça min weha bixin binçav, xwedê dizane bê keçên kesên mezlûm bi çi awayî dixin binçav.

Ez û hevjînê xwe ji destpêka şoreşê heya niha muxalefeta desthilata rejîmê bi sedema îdaman dikin. Keça min Faride 20 sale ji ber destekê dide girtiyên siyasî, malbatên wan û ji bo wan ji îdamê rizgar bike xebatên mafên mirovan dike û bi van sedeman di zîndanan de ma.

Xelkê Îranê azadiyê û serbestiya aboriya xwe heq kiriye. Ku hêj ne derenge, artêşa Îranê û leşkerên bi pere yên Hamaney bila dev ji sîlihan berdin û tevlî xelkê bibin. Ji ber ez nexweşim ez nikarim di çalakiyan de cîh bigrim lê ez bi dil û canê xwe bi xelkê Îranê re me. Dengê xelkê naçe birayê mim Hamaney. Dengê wan leşkerên bi pere yên dora xwe û wan xwînmijên dora xwe, dengê xelkê hesab dike.”