image

PeyamaKurd – Do Îranê ragihandibû ku ji sedemekî teknîkî wê xaza wan heya deh rojan neçe Tirkiyê lê wezareta petrolê ya Îranê ragihand ku xazê ji nûh de dane Tirkiyê. Şîrketên Tirkiyê jî dibêjin ku ji aliyê Îranê xaz naçe Tirkiyê.

Terefê Îranê ragihand ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ye û îstasyonên ku şidda xazê eyar dikin naxebitin. Lê pisporên enerjiyê dibêjin ku pirsgirêka ji aliyê Îranê de ye û xazê naşînin.