image

PeyamaKurd – Ofîsa Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ya li Rojhilata Navîn diyar kir; cûreya Delta ya vîrusa Koronayê bûye sedema bilindbûna hejmara pêketiyan li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê.

Rêveberê Ofîsa WHO Ehmed Munzirî eşkere kir; piraniya pêketiyên ku ji bo nexweşxaneyê têne veguhestin, derziya Koronayê wernegirtine û niha nîşaneyên belavbûna pêla çarem a vê vîrusê li herêmê tê dîtin.

Ehmed Munzirî destnîşan kir, ji 22 welatên li Rojhilata Navîn, pêketina bi cûreya Delta ya vê vîrusê li 15 welatan hatiye tomarkirin, ev jî bûye sedema bilindbûna hejmara pêketî û miriyan li herêmê.

WHO diyar dike, di nava 30 rojên dawî de, li gor meha borî, hejmara pêketiyan li Rojhilata Navîn bi rêjeya %55 bilind bûye, amarên mirinê jî bi rêjeya %15 zêde bûye.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) destnîşan kir, li hemû wan welatan pirsgirêka kêmbûna butlên oksîjenê û cihên nexweşan heye.