
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto, bal kişand ser lêkolînên li ser siyasetmedarê rastgirê tundrew ê Swêdî Rasmus Paludan û got ku li gorî delîlan li pişt şewitandina Quranê Rûsyaya ku dixwaze ji endamtiya NATO re bibe asteng heye.
Haavisto di hevpeyvîna televizyona YLE TV1 de gotiye, lêkolîn li ser girêdanên Rasmus Paludan ên bi Rûsyayê re hatiye kirin ku delîl û girêdanên girîng hatine bidestxistin.
Haavisto daye xuyakirin ku delîl nîşan didin ku îhtimal heye li pişt şewitandina Quranê Moskowa heye û diyar kir, ev tiştekî nayê efûkirin e.