image

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Swêd Ann Linde, piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên tohmetkirina Swêd û Fînlandiya bi piştevaniya PKKê û îhtimala vetokirina endamtiya wan a NATOyê, ragihand ku bi baweriya wan PKK rêxistineke terorî ye.

Linnde li ser daxuyaniyên Erdogan got, "Em jî wekî Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ne ku PKK rêxistineke terorî ye.”

Herwiha li gorî medya Tirk Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Ann Linnde şevê din civiyane û derbarê mijarê çareseriyeke derneketiye holê.

Linnde ragihandiye ku ew bi Tirkiyê re negihîştine çareseriyekê û divê şaşfahmkirinan ji holê rakin.

Li aliyê din Wezîrê derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto jî gotiye, ew hêvî dike karibin pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyê re çareser bikin.