image

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, Mykhailo Podolyak ragihand ku wan li herêma Donbasê agirbesta ligel hêzên Rûsî red kiriye.

Mykhailo Podolyak wekî sedema redkirina agirbestê jî got ku heger agirbest bê ragihandin wê Rûsya sûde jê bistîne û hîn dijwartir êrîş bike.

Podolyak herwiha dubare da zanîn ku ew dê ti rêkeftineke erda Ukraynayê radestî Moskowê bike qebûl nekin.

Li aliyê din Serokê Ukrayna Zelenskiy jî daye xuyakirin ku wê şerê Donbasê gelekî zehmet û xwînî be.

Herwiha Zelenskiy gotiye, şer tenê bi rêya dîplomasiyê dikare were bidawîkirin û dagirkeriya Rûsyayê jî demkî ye.

Sererkaniya Ukraynayê jî îro 22yê Gulanê ragihandiye ku ji 24ê sibatê heta niha tevî 200 windahiyên 24 saetên dawî, hejmara windahiyên leşkerên rûsî gihîştiye 29 hezar û 50 kesan.