image

PeyamaKurd – Sererkaniya Artêşa Ukraynayayê, bîlançoya windahiyên artêşa Rûsyayê yên ji 24ê Sibatê heta 24ê Îlona 2022yan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê heta niha, artêşa Rûsyayê 56 hezar û 700 leşkerên xwe ji dest dane û herwiha 259 balafirên şer, 220 helîkopter, 2 hezar û 245 tank û 171 sîstemên berevaniyê ji dest dane ku hatine ruxandin.

Sererkaniyê daye xuyakirin ku di nav 24 saetên dawî de jî Rûsyayê 4 balafirên şer û 400 leşker ji dest dane.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu 21ê Îlonê ragihandibû ku di şerê Ukraynayê de 5 hezar û 937 leşkerên wan hatine kuştin.