image

PeyamaKurd – Serokê dîwana serokatiya Ûkraynayê Andriy Yermak ragihand ku Rûsya dibêje ji Girava Mar vekişiyane û ev yek rast nîne û derewe. Yermak ragihandina xwe di ser kanala Telegramê de kir û weha got:

“Êdî di Girava Mar de Rûs tine ne. Hêzên artêşa Ûkraynayê bi operasyonekî mukemmel wan ji giravê derxist. Rûsya dibêje ji bo niyeta xwe ya baş nîşan bidin ji giravê vekişiyane lê derew e.”

Serokerkanê Ûkraynayê Valeriy Zalujniy jî ragihand ku Rûsya nema dikaribû li Girava Mar di ber xwe bide û yekîneyên Rûsya mecbûr man terka giravê bikin. Zalujniy di ragihandina xwe de weha got:

“Li hemberê êrîşên me yên hewayî yekîneyên îşxalê nema diberxwe dan û Girava Mar terk kirin. Ez parastvanên herêma Odessayê pîroz dikim ji ber tedbîrên gelek baş girtine. Ez her weha aferînerên topên obusê yên ‘Bogdan’ ê pîroz dikim ji ber di rizgarkirina giravê de rola obusan gelek zêde bû.”