image

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Validmir Zelenskiy do ragihand ku ji ber Sûriye herêma Donbasê weka komarekî qebûl kiriye û destekê daye Rûsyayê bi temamî têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re biriye. Niha jî Zelenskiy ragihand ku wê Ûkrayna ambargoya bazirganî û hem dropêçên kesayetî deyne ser Sûriyê.

Ûkrayna navên kes an şîrketan neda lê wê di demên pêşde bêhtir ragihandinan bike û Ûkrayna Sûriyê weka ku çawa Rûsya herêmên Ûkraynayê îşixal kiriye û Sûriye her dû komaran li gor daxwaza Rûsyayê qebûl kiriye, tewanbar dike. Ûkrayna Sûriyê weka ku axa wan îşxal kiribe û rêzê li yekîtiya axa wan negirtiye qebûl dike.

Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitriy Kuleba jî di heman mijaran de rexne li Sûriye kir û got wê dropêçân deynin ser seha bazirganiya bi Sûriyê re û kesên ji Sûriyê. Ûkrayna her weha Sûriyê bi kiryarên sûcên li hemberê xelkê xwe tewanbar kir.