image

PeyamaKurd – Piştî Tirkiye ragihand ku ew li hemberê endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê ne, di kongra Amerîka de du dilî çêbû û hinek endamên Kongreyê li hemberê firotina sîlihan ji bo Tirkiyê derketin. Piştî ragihandinên Erdoğan yên li hemberê endamtiya her dû dewletan, di konrga Amerîkayê de di asta bilind de gelek kes nameyekî ji bo serokê Amerîkayê Biden şandin û di name de xwestin ku Amerîka balafirên F-16 an nefroşe Tirkiyê.

Lê rêvebiriya Amerîkayê berê ji bo kongreyê nameyekî şandibûn û tê de gotibûn ku firotina balafirên F-16 an ji bo Tirkiyê di berjewendiya Amerîkayê de ye û ji bo planên NATO yên dûr, wê xizmetê bike.

Yek ji andamên kongreyê ku nexwestiye navê wî bê gotin ragihandiye ku gelek endamên kongreyê dixwazin ji Tirkiyê piştrast bin ku ji bo ji Amerkayê sîlihan bikire, ji bo berjewendiyên xwe şerê Ûkraynayê bikarnayne.

Roja çarşema borî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li New Yorkê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtin kiribû û ragihandibû ku daxwaza Tirkiyê ya kirîna F-16 an gelek li pêşe. Lê piştî Tirkiyê got ku ew li hemberê endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê ne, Amerîka ji van gotinan aciz bû.

Nameya endamên kongreyê yên ku îro ji Biden re name şandin, tê de gotin ku Enstîtuya Yûnan ya Amerîkayê gotiye ku firotina balafiran ji bo Tirkiyê, bicîhanîna şaşiya stratejîk ya di asta herî bilind de ye. Di namê de weha hat gotin:

“Tirkiye nêzîkbûna xwe ya bi Rûsya re weka dewlemendiyekî veşart û xwe di navbera Ûkrayna û Rûsya de wek navbeynkar da nasîn. Lê ciyê Tirkiyê ji navbeynkariyê wêdetire.

Di nameya ku îmza 130 endamên kongreyê heye, di nav wan de îmza grûba HELEN jî heye. Ji hevserokên grûbê û hem endamê Kongreyê Gus Billirakis, bi tundî li hemberê firotina sîlihan ya ji bo Tirkiyê derket. Endamê partiya Demokrat Chris Pappas got ji bo balafirên F-16 nekevin destê Erdoğan, çi ji destê wî were dê bike.

Ji bilî firotina balafirên F-16 an Tirkiye xwestibû ku balafirên di destê Tirkiyê de, ji aliyê Amerîkayê de bên nûjenkirin.