image

PeyamaKurd – Dewleta Amerîkayê di sala 2020an de biryarê dabû ku ambargoya sîlih ya ser Kibrisa Rûman di sala 2023an de rake û niha Kibris dikare ji cotmeha sala 2022an û pê de ji Amerîkayê sîlihan bikire an Amerîka sîlihan bide Kibrisa Rûman. Li ser biryara Amerîkayê, Tirkiyê bersiva rakirina ambargoyê da Amerîkayê. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku ji bo Tirkê li Kibrisê biparêze, wê Tirkiyê bêhtir sîlih û leşker bişîne Kibrisê. Biryara Amerîka ji 1 ê cotmeha 2022an û pê de dikare bicîh were.

Tirkiye ji biryara Amerîkayê acize. Tirkiye dibêje wê li Kibrisê pêşbirka çekhilgirtinê çêbibe, li rojavayê Derya Sipî aştî bikeve talûkê. Wezareta karên derve ya Tirkiyê weha dibêje:

“Em rêvebiriya Amerîkayê û biryara firehkirina rakirina ambargoya çekên ser Kibrisa Rûman, bi tundî şermezar dike.”

Li ser mijarê serokomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan ragihand ku 40 hezar leşkerên Tirkiyê li Kibrisê heye û weha got:

“Em li wê derê di mijarên sîlih, muhîmmat, alav yên hewayî, bejayî û deryayî de pêngavan davêjin.”

Mevlut Çavuşoğlu jî di axaftina xwe ya li zankoya Pamukkale de weha got:

“Ji bo parastina Tirkên Kibrisê, em ê hêzên zêde bişînin wê derê. Wek sîlih jî pêdiviya wan çiqas hebe em ê bişînin.”

Li ser mijarê Çavuşoğlu ji bo wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken weha got:

“Pere bidin wan. Pêdiviya wan heye. Hun çima sîlih didin wan? Ji bo çi û li hemberê kî hun çek didin wan?”