image

PeyamaKurd – Tezkera artêşa Tirkiyê ya ji bo li Qatarê Kûpa Dinyayê ya FIFA yê çêdibe, di meclisa Tirkiyê de ket ber niqaşê û tezkere hat qebûlkirin. Kûpa dinyayê ya FIFA yê di navbera rojên 21/11/2022 û 18/12/2022an de li Qatarê çêdibe û biryara 6 mehan ji bo tezkerê hat dayîn.

Artêşa Tirkiyê, ya Qatarê û artêşên ku Qatarê wan dawet kiriye, wê bi hevkarî ewlehiya kûpayê bimeşînin. Tê texmînkirin ku li dora 1 mîlyon kes ji bo FIFA yê here Qatarê û li gor biryara tezkerê; wê tedbîrên ji aliyê bejayiyê, hewayê û deryayê de bi hevkariya artêşan bistînin.