image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku tevî ku rayedarên Belçîkayê xwestibûn tanqan bişînin Ukraynayê, derket holê ku tanqên ku di envanterê de nehatine bikaranîn di sala 2014an de ji bo bazirganekî çekan hatine firotin. 

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Belçîka nikare pereyê ku dixwaze tanqan vegerîne bide firoşkarê çekan, ji ber vê jî dê niha alav û amûrên leşkerî bişîne Ukraynayê.

Hat diyarkirin ku di sala 2014an de hikûmeta Belçîkayê bi dehan tanqên Leopard 2 yên nehatine bikaranîn, her yek bi 15,000 euroyan firotiye bazirganekî çekan.

Her wiha hat zanîn ku firoşkar ji bo temîrkirina her tanqeke ku nehatiye bikaranîn, 500 hezar euro xwestiye.

Wezîrê Berevaniya Belçîkayê jî li ser mijarê got ku ew buhayê ku tê xwestin, qebûl nakin û diyar kir ku niha ew nikarin ji Ukraynayê re tanqan bişînin lê dê alîkariya leşkerî bê şandin.

Wezîr da zanîn ku ji destpêka şer heta niha Belçîkayê 90 milyon euro kel û pelên leşkerî yên wekî tifing, çek, rokêtavêj û moşekên dijî tanqan şandine Ukraynayê.