image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Tevgera Talîban a Afganistanê, di civînên paytexta Qeter Dohayê de, ji welatên Yekîtiya Ewropayê daxwaza alîkariya darayî û xebitandina balafirgehan kiriye.

Herwiha Talîbanê bi vê daxwazê re misogerî daye Yekîtiya Ewropayê ku hemû kesên bixwazin bi ewlehî ji Afganistanê derkevin.

Li gorî zanyarîyên belav bûne, YEyê soza berdewama alîkariyên mirovî daye Talîbanê û soza lêborîneke giştî bo kesên ji hikûmeta berê ya Afgan re xebitîne ji Talîbanê xwestiye.

Herwiha di civîna ku şanda hikûmeta demkî ya Talîbanê û şanda Yekîtiya Ewropayê beşdarî kirine û du rojan dom kiriye de, Talîbanê ji bo mûçeyên karmendan jî alîkariya darayî xwestiye.