image

PeyamaKurd – Li Afxanistanê Talîbanê vê carê qanûnekî din derxist ku tê de dibêje ew jinên derên ser ekranên televîzyonê divê rûyên xwe binxêmin. Jinên pêşkêşvan (spiker) û jinên ku tevlî bernamên televîzyonan bibin divê rûyê wan girtîbe.

Ragihandin ji aliyê BBC yê beşa Peştûyî de hat kirin û polîsê berpirsê olê ragihandiye ku roja çarşema borî biryara qedexeya derketina televîzyonan bi rûyê vekirî ji bo dezgeyên medyayê şandine û gihaye destê wan.

Du hefte berê jî li Afxanistanê ji bo jinên dertên derve, fermana rûgirtinê dabûn û gotibûn kesên li pey qanûnê neçe wê wan ceza bikin.

Talîban her diçe qedexeyên li ser jina zêdetir dike. Jina ku mirovekî wê li cem nînbe, geştûguzariyê jê re qedexe kiribûn. Dibistana navendî yên ji bo keçann girtibûn.

Ajansa Reutersê jî ji devê berdevkê wezareta “berlêgirtina bê exlaqiyê û teşwîqa fazîletê” ragihand ku hukumeta Talîbanê, wê qanûnê roja 21 ê gulanê bicîhbike.

Berdevkê wezaretê girtina rûyên jina weka şîret binav dike lê kesên li pey qanûn neçe wê çi ceza bidinê nabêje.

Medya dinyayê li ser vê qanûnê rexneyên giran li Talîbanê kirin. Mînak yek ji wan weha gotiye:

“Dinya ji bo mirovan ji Kovid-19 ê biparêze maske datîne ber devê xwe. Talîban ji bo mirovan ji rûyê rojnamevanên jin biparêze, qaîda maskeyê datîne. Li gor Talîbanê jin nexweşînin.”