image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re yekemîn hevdîtina xwe pêk anî. Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê hat dayîn, Sûdanî bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re bi telefonê axivî.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera her du aliyan de hate kirin û her wiha mijarên navçeyî û navnetewî hatin nirxandin.

Sûdanî di vê hevdîtinê de bal kişand ser wê yekê ku ew bi rijd in ku di hemû waran de peywendiyên xwe bi Rûsyayê re biparêzin û diyar kir ku ew di peywendiyên navçeyî û navneteweyî de bi taybetî li welatên cîran de "siyaseta vebûnê" dişopînin.

Herwiha li gorî daxuyaniyê Pûtîn ji hikûmeta nû ya Sûdanê re serkeftin xwest û diyar kir ku ew girîngiyê didin pêşxistina têkiliyên Rûsya û Iraqê û zêdekirina hevkariyê.