image

PeyamaKurd-Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di derbarê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Swêd û Fînlandiyayê, piştgiriya xwe ragihand. Stoltenberg got, ‘Tu kesî bi qasî Tirkiyeyê ji êrîşên terorî êş û azar nekişandine.’

Jens Stoltenberg, ji bo lûtkeya NATOyê ya ku dê di dawiya meha Hezîranê de li Madrîdê bê kirin, ji bo çapemeniya Ispanyolê axivî. Stoltenberg, nîqaşên dijderketina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê, nirxandin. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg da zanîn ku Tirkiye hevkarekî wan ê girîng e û divê fikarên wan bên nirxandin û ji bo pirsgirêkan jî çareserî werin dîtin.

Jens Stoltenberg da zanîn ku ji ber pirsgirêka nav, vetoya Yûnanîstanê bû asteng ku endamtiya Komara Makedonyaya Bakur, 10 salan dirêj bibe lê belê pirsgirêk dawiya dawî hatiye çareserkirin.

Jens Stoltenberg, li ser pirsên rojnamevanan ên ku xwestin Kurdan û PKKê wekî hev nîşan bidin, bertek nîşan da û got, “Hûn qala Kurdan dikin, lê divê em qebûl bikin ku çend komên Kurdan hene û PKK jî di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye. Ew li Swêdê yan jî li Finlandiyayê bin jî ev rewş naguhere.”