image

PeyamaKurd – Li Derya Reş di piraniya salê de barana zêde dibare û dibe sedema rabûna lehiyê û gelek zerar digihîne mal û canê xelkê. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi sedema rabûna lehiyê çû bajarê Kastamonuyê û li ser encama rabûna lehiyê axifî. Soylu weha got:

“Li gor hesabê ku me kiriye lehî heya niha bi 4.2 mîlyar lîreyî (250 mîlyon dolar) zerarê daye me. Yanî maliyeta wê gelek zêdeye. Niha 8.193 wezîfedarên dewletê li deverê xebatê dikin. Di bin fermana wan de 2.220 alavên fermî hene. Xebatên tesbîta zerarê dewam dikin. Li devera lehiyê nezî 80 pir û 391 menfez hene. Heya niha 80 xanî zerarê dîne. Li 516 kargehan zerar heye û di 35 erebeyan de zerar çêbûye.”