image

PeyamaKurd – Serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson di wexta ku li Tirkiyê heyeta wan ji bo endamtiya NATO yê bi heyeta Tirkiyê re hevdîtinan dikir, li Îsweçê bi serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel re civîneka çapemeniyê çêkir û ragihandineka weha kir:

“Me ji ti rêxistinekî terorê re pere an sîlih neşandiye. Niha li Tirkiyê hevdîtin dewam dikin. Em bende ne ku hevdîtin dewam bikin. Em ê li lîstê binêrin û niqaşê bikin. Bê me alîkariya maddî û ya sîlihan bi kî re kiriye.”