image

PeyamaKurd – Serokê Fransayê di çarçoweya seredanên xwe yên welatên Kendavê de, seredana Qatarê kir. Macron berê çû seredana Îmaratan û paşî çû Qatarê. Wê Macron di şîva êvarê de bi emire Qatarê Şêx Tamîm B. Hamad El Sanî re hevdîtinê bike û her weha li ser mijarên weka hevkariya têkoşîna li dijî terorê, aramiya herêmê, pêşdebirina têkiliyên aborî û behsa amadekariya Kûpa Dinyayê ya 2022 an bikin. Macron di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Qatar ortaxekî stratejîkê. Hevkariya me kevne û xwurte. Ez hatim ku veya piştrast bikim.”

Wê Macron sibê here Erebistana Si’ûdiyê û bi welîehdê Erebistanê bi Muhammed B. Selman re bicive.