image

PeyamaKurd – Serdozgerê Komarê yê Tirkiyê Bekîr Şahîn ku doznameya girtina HDPê amade kiriye, nêrîn û daxwazên xwe yên esasî yên bo girtina HDPê pêşkeşî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir.

Bekîr Şahîn dubare daxwaza girtina HDPê dike û dixwaze parêznemaya ku HDPê daye AYMê jî were redkirin, ji ber bûye navenda çalakiyên dijî yekbûna milet û dewletê.

Herwiha Şahîn ji AYMê daxwaz dike, hemû navên endam û rêveberên di doznameyê de cî girtine ji bo 5 salan qedexeya siyasetê ji bo wan bê dayîn û bi timî girtina HDPê jî di Rojnameya Fermî de were ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, wê ev nêrîna serdozger ji HDPê re jî bê şandin û parastina HDPê bê xwestin û wê hem serdozger hem jî HDP bi devkî jî daxwazên xwe yên dirêjkirina demê bigihînin AYMê.

Herî dawî piştî parastinan û daneheva delîlan wê AYM rojekê diyar bike û biryara xwe bi dengên 15 endaman bi piraniya dengan a ji sisiyan 2yan bide.

Heger HDP bê girtin, wê di rojnameya fermî de jî were ragihandin û ji siyaseta Tirkiyê bi temamî were derxistin.