image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo alîkariyê bide Ûkraynayê ji Senatoya Amerîkayê 33 mîlyar dolar pere xwestibû lê Meclisa Nûneran 40 mîlyar dolar pêşniyar kiribû û Senato di şûna 33 mîlyar dolarî de 40 mîlyar dolar qebûl kir.

Paketa alîkariyê ya ji bo ÛKraynayê di senatoyê de bi erêkirina 86 senatoran hat qebûlkirin. Li dijî erêkirinê 11 senator dengên xwe dan û 3 senator deng nedan.