image

PeyamaKurdSergey Lavrov û şandeya Eniya Aştî û Azadiyê ku li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan, geşedanên li herêmê gotûbêj kirin.

Hat ragihandin, şandeya Eniya Aştî û Azadiyê ya bi serokatiya Ehmed Cerba do li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Kamûran Haco û Kibraîl Muşî Kurye jî di heyeta Eniya Aştî û Azadiyê de cih girtin.

Eniya Aştî û Azadiyê têkildarî girîngiya hevdîtina mijara gotinê diyar kir, wan geşedanên li Sûriye û herêmê gotûbêj kirine.

Herwiha hat diyarkirin, biryara 2254ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hat axaftin.

Di berdewamiyê de bal kişand ser wê yekê ku Rûsya wê piştgiriya dewleta Sûriyê û yekperçetiya axa Sûriyê bidomîne, herwiha tekezî li ser giringiya hewlên navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hat kirin.