image

PeyamaKurd – Îddiaya pêwendiya gengaz a di navbera Erdogan û Esed de, ji aliyê Şamê ve hat derewandin.

Li gor zanyariyan, hat îddiakirin ku çavkaniyên pilebilind ên Sûriyêyê gotûbêja telefonî ya tê gotin ku di navbera Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de bê kirin, derewandin.

Di nûçeya ku di medya Tirkiyê de cih girt hat eşkerekirin, di hevdîtinên bi Îran û Tehranê re yên li Soçiyê, “biryarên girîng ên bandorê li qada Sûriyê bikin hatine sitendin.”

Herwiha di nûçeyê de hat ragihandin, “Tirkiye pêşniyar kir ku bi Rûsya, Îran û rejîma Esed re, li Rojava li dijî dewleta korsan a ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin, bi hev re operasyonê bikin. Herwiha dewleteke din a Kendavê û ya Afrîqayê jî ji bo pêwendiya Erdogan û Esed di nav hewildaneke dîplomasiyê de ne.”

“Nûçeya derew”

Rayedarekî rejîma Esed ji televîzyona Lubnanî Al-Mayadeen re diyar kir, “Îhtîmal tuneye em qala pêwendiyeke di navbera Esed û Erdogan de bikin.” û îddia derewand. Herwiha rojnameya nêzî Esed El-Watan jî heman nûçe parve kir û ew zanyarî piştrast kir.