image

PeyamaKurd- Ji ber ku serokwezîra nû ya Îtalyayê Giorgia Meloni piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê ragihand, Rusyayê herikîna gazê ya ji bo Îtalyayê qut kir.

Piştî ku ji aliyê hikûmeta nû ya Îtalyayê ve piştgiriya ji bo Ukraynayê hat ragihandin, ji aliyê kompaniya enerjiyê ya Îtalî ya ENIyê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku herikîna gazê ya ji kompaniya enerjiya Rus a Gazpromê, qut bûye.

Di daxuyaniya kompaniya ENIyê de hat ragihandin ku Gazpromê diyar kiriye ku rêjeya gaza ku îro tê xwestin, dê neyê peydakirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Gaza Rus a xala têketinê ya Tarvisioyê ya bi ser ENIyê de dê îro 0 be û ger daxwaza gazê were bicihanîn, dê hewcedariya nûkirinê peyda bibe.”

Her wiha, ji bo ku herikîna gaza Rusyayê car din were destpêkirin, hat zanîn ku rayedarekî ENIyê ji bo ajansa Îtalî ya ANSAyê axiviye û daye zanîn ku hevdîtinên bi Gazpromê re hatine destpêkirin.

Bi rêya nûçeya ANSAyê, li ser bandora qutbûna gazê ya li welêt jî agahî hatin parvekirin û hat gotin ku gaza ku ji Rusyayê derbasî Îtalyayê dibe, li gorî herikîna giştî ya gazê,  ji %10 an kêmtir e lewra dê ev qutbûna di xala Tarvisioyê de rê li ber guherînên mezin veneke.