image

PeyamaKurd- Li ser dewamkirina nîqaşên di derbarê buhayê tawanê yên ji bo petrola Rusyayê, ji Kremlînê biryara Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin hat ragihandin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku Rusya bi biryar e çavkaniyên xwe yên enerjiyê, bifiroşe yên ku buhayê tawanê diyar bikin.

Peskov got ku “Em çalakiyên xwe dispêrin daxuyaniya Serok Putin ku gotibû em ê bi welatên bi vî rengî re li ser petrol û gazê bazirganiyê nekin.”

Her wiha gotinên ji aliyê Peskov ve hatin ragihandin, di çapemeniya Rusyayê de wekî peyameke çavtirsînê ji bo Yekîtiya Ewropayê hat şîrovekirin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo nirxandina li ser pêşniyaza serê megavatsaetê 275 euroyan li hev civiyabûn lê belê ji bo sînorê berz li hev nekiribû.