image

PeyamaKurd – Rûsyayê ragihand ku ew dê 50 fuzeyên Sarmat ên nukleerî ku NATO wan wekî ‘Şeytan-2’ nas dike, li hêzên xwe zêde bikin.

Serokê Ajansa Fezayê ya Dewleta Rûsyayê Roscosmosê Dmitry Rogozin eşkere kir ku wê fuzeyên balîstîk Sarmat-2 yên parzemînî di demeke nêzîk de amade bibin.

Rogozin herwiha gef xwar û diyar kir, “Ez pêşniyaz li wan dikim ku yên dijminatiya Rûsyayê dikin û êrîşkar dema bi me re biaxivin hay ji xwe hebin. Dema ev fuzeyên me bibin xwedî serikên nukleerî wê ziyaneke mezin û kûr bidin dijminan.”